PeyamaKurdr – Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li herêmên ‘Kembera Bexdadê’ li dijî şaneyên DAIŞê operasyon dan destpêkirin.
Hat ragihandin operasyon li herêmên piraniya wan niştecihên sûne ne dest pê kiriye ku wekî deverên Tacî, El Muşahide, El Tarmiya, Arap Cibur û El Madain tên zanîn.
Medya Iraqê ragihand ku operasyon bi fermana Serokwezîr Adil Ebdulhemdî hatiye destpêkirin û mebest jî piştî serkeftina dijî DAIŞê ya 2017an, bi temamî serfiraziya dijî rêxistina terorîst e.
Hat zanîn ku armanca vê operasyonê bi temamî paqijkirina şaneyên DAIŞê ye li wan herêman ku wekî qonaxa duyem a operasyona ‘Vîna Serfiraziyê’ ya operasyona 7ê Tîrmehê ji aliyê Ebdulmehdî ve hatibû ragihandin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin