PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê di operasyonan de 13 çekdaran kuşt. Di dema operasyonan de gelek çek û muhîmmat xistine dest.
Artêşa Pakistanê beşa têkiliyên bi gel re (ISPR) ragihand ku li ser sitendina îstîxbaratê li eyaleta navborî li deverên Lakki Marwat û Dera İsmail Xanê operasyonan kirine.
Di daxwuyaniyê de hêzên asayîşê li herêma Lakki Marwatê di operasyonan de 10 û li Dera İsmail Xanê 3 kesan kuştine.
Pakistan dibêje ku çekdar ji Hindistanê destekê distînin. Pakistan her weha dibêje ku di nav vê mehê de heya niha 50 kesan kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin