PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şerî yên Hêzên Artêşa Tirkiyê (TSK) li dijî herêmên Bokriskan û Dola Bedrana a Qendîlê bombebaran pêk aniye.
Malpera ANFê ku nêzîkî PKKê ye, derbarê bombebarana artêşa Tirkiyê de daxuyanî daye û diyar kiriye ku balafirên şerî li dijî herêmên Bokriskan û Dola Bedrana a Qendîlê bombebaran pêk aniye.
Di daxuyaniyê de derbarê zirar û ziyana canî û malî agahî nehatine dayîn.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kiriye ku, Fermandarê Hêzên Esmanî yên Tirkiye Orgeneral Hasan Kuçukyildiz serdana 8emîn Baregeha Esmanî ya Jetan li Amedê kiriye
Medya Tirkiyê nivîsandiye ku Hasan Kuçuyildiz jî beşdarî bombebaranê herêmê bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin