PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo milîşayên îranî (Ketîbeyên Hizbullah, Heşda Şeibî…) ji bajarên ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin werin derxistin dest bi xebatê dike.
Li gorî zanyariyên ji nivîsgeha Serokwezîriya Iraqê piştî ku Kazimî kabîneya hikûmetê temam bike, nexşerêyekê ji bo rewşa giştî ya Iraqê dide destpêkirin.
Kazimî li ser milîşayên çekdar ku ji ber hebûna wan a piştî 4 salên rizgarkirina ji DAIŞê hê jî li hinek bajarên Iraqê ne û xelkê wan deveran nikarin vegerin malên xwe, dest bi xebatê dike.
Hat zanîn ku Misyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û hinek partiyên siyasî yên Iraqê jî piştevaniya vê hewldana Kazimî ya derxistina milîşeyan ji wan bajaran dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin