PeyamaKurd – Encûmena Gel a bajarokê Hecîn li Dêrazorê, ji bo rêli hewlên terorkirinê bigrin daxwaz ji HSDê dike, bi şev çûn û hatina bi motosîkletan qedexe bike.
Encûmena Gel a bajarokê Hecîn li Dêrazorê, bi daxwaznameyeke fermî, daxwaz ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kir, da ku çûn û hatina bi motoran ji saet şeşê êvarê û heta 4ê serê sibehê, qedexe bike, ew jî ji bo rêgirîkirin li zêdebûna bûyerên armancgirtina endamên HSDê ku piraniya wan bi bi rêya siwarên motoran tên encamdan.
Ev demeke çekdarên nenaskirî ku piraniya caran bi motoran, li gundewarên Dêrazorê êrîşî HSDê û endamên encûmenên sivîl yên bajarokên di bin kontorola Rêveberiya Xweser de dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin