PeyamaKurd – Deverên ku di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de ne, ji aliyê dewleta Iraqê de tên Erebkirin. Yek ji wan deveran jî bajarê Kerkûkêye ku li navçeya Pirde, li deverên Saleyî û Haftexarê bi desteka hêzên Iraqê Erebkirdin dewam dike û hêzên Iraqê ji cotyarên deverê xwestine da xebata xwe ya cotyariyê rawestînin.
Berdevkê eşîreta Saleyî ya Pirde Nebez Saleyî ragihandiye ku li dora 300 hezar donum erdê wan heye û hêzên Iraqê bo wan arîşeyan derdixin. Selayî weha gotiye:
“Dewra enfalan derbas bû û me piraniya araziyên xwe terk kir. Axa me bi xwûna me hat avdan. Em axa xwe terk nakin. Di sala 1963 an de di dewra Şêx Ahmed de, vê deverê hat parastin. Di sala 2020 an de, Erebên ku li deverê hatine bicîhkirin, teslîmkirina me ya axa xwe bo wan Ereban xeyale.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin