PeyamaKurd- Wezareta karên derve yê Amerîkayê bo firotina 25 balafirên F-16 D û C yan bo welatê Fasê îzin da ku bihayê her 25 balafiran dike 3 mîlyar û 787 mîlyon dolar. Hem niha di destê Fasê de 23 balafirên F-16 hene ku dixwaze versiyona wan bilind bike konfigurasyona V yê û bo wan jî wê 983 mîlyon dolar pere bide Amerîkayê. Wezareta karên derve ya Amerîkayê îzna bilindkirina versiyona wan 23 balafirên jî da.
Ajansa Hevkarî û Ewlekariyê ya bi ser Pentagonê, bo firotina malzemeyên leşkerî du teblîxatan şand Kongreyê. Her dû teblîxat bo her dû cûre alavên li jor behsa wan hat kirin, ew in. Di teblîxatê de hat ragihandin ku welatê Fas ê bo Amerîkayê û mafên wan welatekî girîng e û alîkriya aramî û îstîqrara Bakûrê Afrîkayê dike.
Bo Kongreya Amerîkayê firotinê tesdîqa bike, divê heya 30 rojan di mijarê de îtîraz neyê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin