PeyamaKurd – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd daxuyakirin ku Tirkiye bi xurtkirina piştgiriya komên terorîst re, dixwaze şerê li Sûriyê xurt bike û ji ber vê jî Tirkiye gefeke mezin e ji dinyayê re.
Mehmûd diyar kir ku Minbic û dorûbera wê ji aliyê gelê herêmê ve tê birêvekirin û got, “Komîteyên siyasî yên ji gelek welatên cîhanê serdana Minbicê kirin, rêveberî û ewlekariya wê herêmê nas kirin.”
Berdevkê YPGê destnîşan kir, “Tirkiye ji ber ku piştgira herî mezin a terorê ye li herêmê, ji bo tevahiya dinyayê jî gefek e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin