PeyamaKurd - -Hate ragihandin ku balafireke rêwiyan li bajarê Şah Alam ê Malezyayê bi ser xaniyên bajêr de ket û di encama qezayê de 8 kesên di balafirê de û 2 kesên li cihê bûyerê can dan.
Medya Malezyayê bi zarê polîsan ragihandiye ku balafira rêwiyan a taybet a ku 6 rêwî û 2 muretebat tê de bûn ji Balafirgeha Navneteweyî ya Langkawiyê bi hewayê ketiye û piştî demekê li bajarê Şah Alamê, bi ser taxeke ku mal lê hebûn de ketiye.
Hate diyarkirin ku di encama ketina balafirê de, 2 kesên li cihê qezayê û 8 kesên di nav balafirê de mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin