PeyamaKurd – Balafirgeha navdewletî ya Adanayê ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ve hat vekirin. Balafirgeha Adanayê li navça Tarsûs a bi ser Mersînê de hat vekirin.
Erdoğan ragihand ku kapasîta balafirgeha Adanayê ya navdewletî 9 mîlyon rêwîne û ciyê sergirtî yê balafirgehê 214 hezar û 180 m2 ye. Wê 3 hezar kes karibin li balafirgehê bixebitin.
Balafirgeh wê xizmetê bide der û dora xwe û heya niha li deverê balafirgeha navdewletî tinebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin