PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Balafirgeha Nikola Tesla ya li Belgrada paytextê Sirbîstanê bi agahiya bombeya di balafirê de hat valakirin.
Di nûçeya di çapemeniya Sirbîstanê de hat ragihandin ku ji ber ku pîlotê balafira Air Montenegro îxbara bombeyê sitendiye, Balafirgeha Nikola Tesla hatiye valakirin.
Hat diyarkirin ku balafirgeh ji bo seferan demkî hatiye girtin û hêzên polîsên Sirbîstanê li balafirê digerin. Wezareta Karên Hundir a Sirbîstanê ragihand ku ev îxbar bêbingeh e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin