Çavusoglu: Amerîkayê got, S-400 bisînin Ukraynayê, me qebûl nekir!

Dîroka weşanê :
Çavusoglu: Amerîkayê got, S-400 bisînin Ukraynayê, me qebûl nekir!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di bernameyeke televizyonê de got ku Amerîkariyê ji bo vegerandina Tirkiyê bo bernameya balafirên F-35 pêşniyar kiriye sîstemên berevanîya asmanî S-400ên ku wan ji Rûsyayê kirîne, bişînin Ukraynayê.

Çavuşoglu li ser pirsa derbarê mijarê de ragihand ku Amerîkayê hin pêşniyar derbarê S-400an de li wan kirine û got: “Amerîkayê ji me re got, gelo hûnê S-400an bişînin Ukraynayê? Me got nabe.”

Wezîrê Tirk diyar kir ku pêşniyarên Amerîkayê li wan kirine, li dijî serwerî û serxwebûna Tirkiyê bûne ku wekî şertên sererastkirina pêwendiyan hatine danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin