CENTCOM: Me dronek û mûsekek Hûsîyan xist

CENTCOM: Me dronek û mûsekek Hûsîyan xist

Peyama Kurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku Hûsîyan li Deryaya Sor, li dijî hêzên deryayî yên DYAyê bi dron û mûşekan êrîş pêk hatîye. DYAyê da zanîn ku di encama êrîşê de wan dronek û mûşekek Hûsiyan xistine xwarê.

Fermandeya Navendî (CENTCOM) ya Artêşa DYA, bi daxuyanîyekê ragihand ku keştiya şer a USS Mason ku li Deryaya Sor peywirê parastinê dike dronek û mûşekek balistîkî ya dijî keştiyan xistine xwarê. 

CENTCOMê destnîşan kir ku di wê êrîşa Hûsîyan de tu zîyanek canî û malî negehiştiye wan. CENTCOMê da zanîn ku bi vê êrîşa Hûsîyan re, hejmara êrîşên Hûsîyan ku piştî 19ê Cotmehê destpê kirine, gihîştîye 22yan. 

Piştî ku di 7ê Cotmehê de Hemasê êrîşek berfireh bir ser Îsraîlê û gellek kesên sivîl kuşt û beşek ji wan jî dîl girte, Îsraîlê li Xezzeyê, li dijî Hemasê operasyoneke mezin a hewayî, bejayî û deryayî da destpêkirin. Piştî vê operasyonê Hûsîyên girêdayî rejîma Îranê ku li Yemenê desthilatdar in, li Deryaya Sor, li dijî keştîyên bazirganî yên bi Îsraîlê re pêwend dest bi êrîşan kir.

Hûsîyan di destpêkê de tenê êrîşî keştîyên ku bi Îsraîlê re pêwend bûn dikir, lê belê piştî 9ê Kanûnê ragihand ku ew ê her keştiyeke ku ber bi Israîlê ve biçe desteser bikin an jî êrîşî wê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin