CENTCOM: Veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê bidawî bû

CENTCOM: Veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê bidawî bû

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihand ku wan 5 hezar û 700 girityên rêxistina DAIŞê ya terorîst ji Sûriyê veguhestine Iraqê û proseya veguhestinê bi dawî bûye.

CENTCOMê da xuyakirin, proseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê pişt 23 rojan bi dawî bû û diyar kir ku di wê proseyê de 5700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin.

Hêjayî gotinê ye, 21ê Çileyê CENTCOMê ragihandibû ku ew ê 7 hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhêze Iraqê, lê piştî 23 rojan bidawîbûna proseyê bi veguhestina 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê, ragihand.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê Ehmed Li'êbî da zanîn ku girtiyên DAIŞê yên bo Iraqê hatine veguhestin, li gorî yasayê têne dadgehkirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hûsên jî îro 13ê sibatê ragihand ku pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya darayî heye piştî veguhestina girtiyên DAIŞê û got, welatên Ewropayê dudil in derbarê wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin