Li Amedê 8 kes bi bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin

Li Amedê 8 kes bi bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin

PeyamaKurd - Li Amedê, ji 12 kesên hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin berdan û 8 jê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 

Li Amedê, leşkeran bi ser malan de girtibûn û 8 welatî desteser kiribûn. Leşkeran her 12 kesên desteserkirî  birin Fermandariya Leşkerî ya Amedê.

Kesên ku li fermandariyê îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger îfadeya her 12 kesan girt û sewqî dadgehê kirin. 

Ji 12 kesan, 4 bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 8 kesên din jî, bi tohmeta “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin