PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, di salvegera 9ê Hezîranê û şehîdkirina hejmareka azadîxwazên Kurd li Silêmanîyê ji alîyê Zeyîm Sidîq ve û bombebarana Ordîgeha Zêwe li rojhilata Kurdistanê peyamek belav kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro 9ê Hezîranê li dîroka gelê me da rojekî pir li karesat û qurbanîdanê ye. Li 9ê Hezîrana 1963an da hejmarek ji azadîxwazên Silêmanî amade nebûn sivikayetî bi hêmayên neteweyiya wan de bê kirin, ji bo wê yekê bi destê celladê wê demê Zeîm Sidîq hatin şehîdkirin û bi xwîna xwe waneya azayetî û xwe bi dest ve nedanê tomar kirin.
Her li rojekî wekî îro li sala 1985an da balafirên rejîma wê demê ya Iraqê dirindane ordugaya penaberên Zêweـ Bombebaran kirin û li vê tawanê da hejmarekî zêdeyê koçber û jin û zarokên bê guneh şehîd û birîndar bûn. Dijmin wiha pêşbînî kiribû ku bi şehîdkirin û azardan û şewitandina jin û zarokan serkeftinê bi dest ve tînin û îradeya gelê Kurdistanê têkdişkînin. Lê belê karesata Zêwe ji bo hemû aliyekî xûya kir ku ew ji çek û balafir û agirê dijmin bihêztir e, îradeya gelê Kurdistanê ji bo wan ma û xebat û têkoşîn û cara dawî jî ew îradeya bihêz li ser dijminê bêwîcdan da serket.
Hezaran silav li şehîdên her dû karesata 9ê Hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiyê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin