PeyamaKurd- Hukumeta AKP ê ji sala 2003yan heya niha bo pêşdebirisa xetên trênan li dora 22 mîlyar dolar pere serf kiriye. Piştî başkirina bingehên tora trênan daxwaza xelkê jî bo seferên trênan zêde bûye. Di salên dawiyê de xeta ku zêde li serê xebat têkirin yek jê jî xeta Ankara Qersê ye. Xeta navborî wê bo bajarên Erzeromê, Erzinganê û Sêwasê bibe sedema aboriyeka baş. Di van xetên trênê de derfetên seferan hene û trên jî baş hatine amadekirin û nûhkirin.
Rêwiyên ku herin bajarê Qersê wê ji wê derê karibin herin heya Tîflîsa Gurcistanê û Baku ya Azerbeycanê. Hem bihayê çûna bi trênan bo hemwelatiyan bêhtir erzane. Seferên ji bajarê Wanê bo Tebrîz û Tehranê berê hatibûn organîzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin