Di besên daketina balafira JetBlue de, 2 cesed hatin dîtin

Di besên daketina balafira JetBlue de, 2 cesed hatin dîtin

PeyamaKurd – Di balafira JetBlue ya ku li DYAyê xwe datanî balafirgeha navdewletî ya Floridayê, di beşên daketina balafirê de 2 cesed hatin dîtin ku ji sermayê cemidîne û mirine. Nehat zanîn bê her dû kes li ku derê û çawa xwe di beşên daketina balafirê de bicîh kirine.

Şîrketa navborî di daxwuyaniya xwe de got ku balafir ji New Yorkê bi hewa ketiye û çûye li balafirgeha Florîdayê ya bi navê Fort Lauderdale-Hollywoodê xwe daniye.

Piştî balafir xwe daniye balafirgehê û ji bo kontrolê tîmên pêwendîdar xebitîne, cesedan dîne û li serê dixebitin bê her dû kes çawa xwe gihandine balafirê. Her dû kesên cesedên wan dîne ji xelkê Jamaika ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin