Di navbera Iraq û Erebistana Si’ûdiyê de 5 zebtên lihevkirinê hatin îmzekirin

Di navbera Iraq û Erebistana Si’ûdiyê de 5 zebtên lihevkirinê hatin îmzekirin

PeyamaKurd – Beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê bi awayekî nivîskî ragihand ku serokwezîr Mustafa Kazimî çûye seredana Erebistana Si’ûdiyê û bi welîehd Prens Muhammed Bin Selman re hevdîtin kiriye. Li gor ragihandinê; di navbera her dû welatan de di sehayên cuda de 5 zebtên lihevkirinê hatine îmzekirin. Li gor zebtan; bo baca dualî di navbera wan de hat qedexekirin.

Di navbera her dû welatan de li ser plankirina geşepêdanê, zêdekrina cûreyên aborî û pêşdebirina sektora taybet de zebt hatine îmzekirin. Hem di warê pirtûk, belge û çapkirinê de di nav xwe de peymaneka pêş îmze kirine.

Seredana Kazimî bo Erebistanê berê hatibû paşdexistin û niha nediyare wê seredana Kazimî çend roj dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin