PeyamaKurd – Serokê Komîteya Karûbarên Derve yê Amerîkayê Eliot Engel bang li Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kir û got, “Ez tundî pêşniyar dikim ku hevpeymanên Kurd biparêze. Divê Amerîka xiyanetê li Kurdan neke.”
Engel fikarên xwe yên derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê anî ziman û ji bo parastina hêzên Kurd wiha axivî:
“Derketina ji Sûriyê tê wateya xiyanetê li hevpeymanên me yên Kurd ku demeke dirêj e ji me re dilsoz in. Divê xiyanetê li Kurdan nekin.”
Pompeo jî li ser gotinên Engel bêyî ku misogeriyekê bide diyar kir ku ew dê daxwazên wî li gor plana vekişînê pêk bînin û got, “Dê li rojhilatê Sûriyê yekîneyeke ji 400 leşkerên Amerîkayê pêk tê ku hêzên Fransî û Brîtanî piştevaniya wan bikin bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin