PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê testa hestî li ser zarokê Kurd ê li navçeya Şemzînanê a Şirnex a Bakurê Kurdistanê bi sedema ‘heqaret li serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan’ kiriye hatiye binçavkirin, bê kirin.
Zarokê 14 salî S. Taş ê li gundê Bêdare yê girêdayî navçeya Şemîzanê ya Colemêrgê li cem malbata jiyana xwe dewam dikir û doh 29ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîneke ku Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Ispartayê daye destpêkirin, hat binçavkirin.
Hat zanîn ku ew zarok bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medya civakî “Heqaret li Serokomar kiriye” hatiye binçavkirin û îro 30yê Nîsanê jî ew ji bo tespîtkirina temenê wî ji bo “Testa hestî” birin bajarê Colemêrgê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin