PeyamaKurd - Li bajarê Hamayê yê Sûriye hejmarek terorîst li dijî artêşa Sûriye êrişeke xwekujiyê pêkanî.
Hat ragihandin ku duh bi şev li dijî xaleke kontrola ya artêşa Sûriye li bajarê Hamayê êrişeke xwekujiyê pêk hat.
Televîzyona dewletê ya Sûriyê SANAyê ragihand ku li herêma Taybet el-Imam a ku dikeve bakurê wî bajarê wi welatî, saet 03.00an hejmarek terorîstan êrişeke xwekujiyê pêkaniye.
Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku di navbera milîtanan de şer derketiye û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Herweha wê çavkaniyê da zanîn ku hemû êrişkar hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin