Trump: “Eger yek Amerîkayî li Iraqê bimre berpirs Îrane”

Trump: “Eger yek Amerîkayî li Iraqê bimre berpirs Îrane”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku li ser medyayê têgotin ku Îranî plan dikin da êrîşê Amerîkayiyan bikin û weha dewam dike:

“Roja yekşemê bi roketan êrîşê balyoxaneya me ya Bexdayê kirin. Ew roket ji ku derê hatibûn? Ji Îranê. Em dibihîzin wê êrîşê ser Amerîkayiyan bikin. Ez ê şîretekî dostane li Îranê bikim. Eger yek Amerîkayî li Iraqê bimre ez ê Îranê berpirs bigrim.”

Roja bazarê bi 8 roketan êrîşê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin