PeyamaKurd – Piştî erdheja îro ya li bajarê Çewligê navçeya Kanîreşê û Behra Reş ku bi pileya 4,3 rû da, Prof. Dr. Nacî Gorur hişyariya erdhejê herdu navçeyên Wanê yên Elbak û Bêgiriyê da.
Îro danê sibehê li Behra Reş û Çewligê erdhej çebûn ku li gorî Çavdêrxaneya Kandillî pileya erdheja li Kanîreş a Çewligê 4.3 bû û ya li peravên Behra Reş jî 4.2 bû.
Piştî her du erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser medya civakî ji bo navçeyên Elbak û Bêgiriyê yên Wanê hişyarîya erdhejê da.
Hevdem îro li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî erdhejeke bi pîleya 4.7an rû da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin