PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê, di derbarê nûçeya ne rast a li ser navê wan hat belavkirin de ragihand û got, me ti carî negotiye em ê di zivistanê de 24 saetan elektirîkê bidin welatiyan.
Wezareta Elektirîka Kurdistanê şeva borî li ser belavkirina nûçeyeka ne rast ya rûpela facebookê ya bi navê “Kurdistan” daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Wezareta Elektirîkê de hatiye gotin, wê rûpelê destkariya daxuyaniya Wezîrê Elektirîkê kiriye û tiştên derew li ser navê wezîr gotiye.
Wezareta Elektirîkê daye zanîn, ew gotin û nûçe ne rast in û wezîrê elektirîkê jî ti carî negotiye hikûmet dê zivistanê 24 saetan elektirîkê bide welatiyan, lê ew ê li gorî derfet û şiyanên xwe, pêdiviya elektirîka welatiyan dabîn bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin