Du welatên din xwestin welatiyên wan terka Îranê bidin

Dîroka weşanê :
Du welatên din xwestin welatiyên wan terka Îranê bidin

PeyamaKurd- Li demeke ku zengilê şerê Amerîka-Îranê lêdide, hejmarek welatên ewropî bang li welatiyên xwe kiribûn ku neçin Îranê û yên li wir bin demildest derkevin. Herî dawî Sirbistan û Swêdê jî ji welatiyên xwe xwestin ku ji Îranê derkevin.

Wezareta Derve ya Serbistanê li ser malper û medyaya civakî ya xwe nivîsand, "ji ber zêdebûna rageşiyê û metirsiya xirabûna rewşa ewlehiyê, em pêşniyar dikin ku hemî welatiyên Komara Serbistanê yên ku niha li Komara Îslamî ya Îranê ne, di zûtirîn dem de welêt biterikînin."

Li Stockholmê, Wezîrê Derve yê Swêdê Malmer Steinergard jî bi rêya Xê bang li welatiyên Swêdê yên ku niha li Îranê ne kir ku derkevin û neçin wî welatî.

Sirbistanê berê di nîvê meha Çile de bang li welatiyên xwe kiribû ku ji Îranê derkevin û neçin wir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin