PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê DYAyê Vedant patel li ser ku li Mûsilê êrîşê ser Haşdî Şabî kiribûn, di civîna çapemeniyê ya li Washingtonê bersiva peyamnêrê Rûdawê da û got hedefa ku wan lê daye, ji bo hêzên Amerîka û koalîsyonê tehdîd bûn lewra li wan dane.
Patel, ragihand ku ew mecbûrin canê xebatkar û leşkerên Amerîkayê ji talûkan biparêzin û herkesê zerarê bide Amerîkayê, dê ji wan hesab bipirsin.
Heşdi Şabi, di 30yê Temmîzê de ragihandibû ku di seet 21.30an de 2 yekîneyên bi ser tûgaya 47em ya li Babîlê de, ketine ber êrîşê, gelek kes mirine û birîndar bûne. Di êrîşê de bi dronan gelek fuze avêtine ciyê Haşdî Şabî.
Yekîneyên ku Amerîka bi fuzeyan li wan xistiye, Haşdi Şabiyên ku li rojavayê Iraqê û orta Iraqê bicîh bûne û wezîfa wan operasyonên Sûriyê ne.
Fermandariya operasyonên Cezîre an ku Sûriyê ya Haşdi Şabi ragihand ku di êrîşê de Ahmed Necm Ebu Zahra, Huseyin Karim, Hayder Hassan û Ali Sadik hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin