DYA hêza xwe ya li Rojhelata Navîn zêde dike

DYA hêza xwe ya li Rojhelata Navîn zêde dike

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo li Rojhelata Navîn hêza xwe zêde bike dest bi amadekariyan dike.

Tê gotin ku di vê çarçoveyê de DYA li Rojhelata Navîn wê hejmara leşkerên xwe potansiyela hêza asmanî ya xwe zêde bike.

Li gorî Reutersê, piştî ku Serokê DYAyê Joe Biden ferman da Wezareta Parastinê (PENTAGON)ntagon) ku plansaziya deverên li Rojhelata Navîn yên ku hêzên DYAyê lê hene ji nû ve saz bike, amadekariyên zêdekirina hêzê ya li Rojhelata Navîn destpê kirine.

Berdevkê PENTAGONê Argeneral Patrick Ryder di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de got: "DYA bi biryar e ku rê nede Îran û hevkarên wê da ku ji rewşa niha ya aloz sûd werbigirin û şer berfirehtir bikin."

Argeneral Ryder wiha dom kir: "Eger komên ku ji aliyê Tehranê ve tên piştgirîkirin vê rewşê wek derfet bibînin û ji bo hêrişkirina personel û berjewendiyên  DYAyê yên li herêmê bikar bînin, wê DYA, ji bo parastina xwe hemû bergiriyên pêwîst pêk bîne."

Di daxuyaniya Pentagonê de, di derbarê zêdekirina hêza asmanî û bejayî ya DYA ya li Rojhelata Navîn de zêde detay nehatin dayîn û tenê hate gotin ku "Di rojên pêş de em ê şiyana hêza xwe ya ji bo piştgirîkirina parastina asmanî zêdetir bikin."

PENTAGONê her wiha hişyarî da Îranê ku nakokiyên li Rojhilata Navîn zêdetir neke da ku şer berfirehtir nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin