Enqereyê Anil Bora Inan wek Balyozê Bexdayê tayîn kir

Dîroka weşanê :
Enqereyê Anil Bora Inan wek Balyozê Bexdayê tayîn kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyeyê, Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re ya girêdayî Wezareta Derve Anil Bora Inan ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê tayîn kir.

Ev biryar bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. 

Di fermana Erdogan a ku di rojnameya Fermî de hate weşandin de hate gotin ku "Anil Bora Inan wek Balyozê Komara Tirkiyeyê yê li Komara Iraqê hat tayînkirin."

Anil Bora Inan Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re bû..

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin