Erdogan: Em bi rastî jî girîngiyê didin serdana Herzog

Erdogan: Em bi rastî jî girîngiyê didin serdana Herzog

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Sêşemê dema ji Komara Kongoyê derbasî welatekî din ê Afrîkayê Senegalê dibû, di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Erdogan li ser pirsa serdana Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog a bo Tirkiyê di meha Adarê de got, "Em bi rastî jî girîngiyê didin serdana Herzog. Bi vê serdanê re dibe pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê hîn zêdetir bipeş bikevin.”

Herwiha Erdogan diyar kir ku ew hêvî dikin di mijarên aborî û gaza siruştî de jî ligel Îsraîlê gavan bavêjin û bi wan pêwendiyên herdu welatan li herêmê aştiyê pêk bînin.

Erdogan li ser pirseke derbarê naskirina Donetsk û Luhansê ji aliyê Rûsyayê ve jî da zanîn ku wezareta wan a derve bi daxuyaniyekê ev biryara Rusyayê wek binpêkirina yekitiya siyasî, serwerî û axa Ukraynayê binav kiriye û got: “Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin, dinirxînin. Em banga xwe ya pabendbûna bi hiqûqa navdewletî ji bo her du aliyan dubare dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin