Esed hilbijartinên Meclîsa Gel bipas xistin

Esed hilbijartinên Meclîsa Gel bipas xistin

PeyamaKurd - Serokê hikumeta rejîma Sûriyê Beşar Esed îro 7ê Gulanê ragihand ku ji ber tedbîrên vîrusa koronayê (Covid-19) hilbijartin heta 19ê Tîrmehê hatine paşxistin.

Serokatiya Sûriyê li ser hesabê Twitterê ragihand ku hilbijartinên yasayî yên li welêt ango herêmên bin kontrola rejîmê, heta 19ê Tîrmehê hatine paşxistin ku li gorî biryara berê divîyabû Hilbijartinên Meclîsa Gel di 13ê Nîsana 2020an de werin encamdan.

Di daxuyaniya hikûmeta Esed de wiha hat gotin: "Di nava tedbîrên ku ji aliyê dewletê ve têne girtin, ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê, serok El-Esed biryarnameya 121an a 2020an derxist ku hilbijartinên endamên Meclîsa Gel ên zagonî li gorî biryarnameya 86an a 2020an heta 19ê Tîrmeha 2020an hatin paşxistin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin