PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser mijara asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê dubare got, vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li Şamê hevdîtinek pêk anîn.
Beşar Esed û Husên Emîr Ebdullahiyan pêwendiyên dualî û hevkariya di navbera Sûriyê û Iranê de, vegera penaberan û vekişandina Tirkiyê ji nav axa Sûriyê gotûbêj kirin.
Hate diyarkirin ku Esed ji Ebdulahiyan re destnîşan kiriye, heta ku Tirkiye ji xaka Sûriyê venekişe, pêwendiyên Şam û Enqerê asayî nabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin