PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk îro 14ê Çile danê sibehê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê dewriyeya hevbeş a 39an birêve birin.
Hat zanîn ku dewriyeya hevbeş ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir ji her du hêzan 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê tê de cî girtin.
Dewriye li gundên Şêrik, Delîk, Qinêtra, Qermanê, Til Gidîş, Xenamiyê, Kerbetlî, Til Teyrî, Til Kermê, Xasa Mila, Midewra û Xişêfiyê yên navçeya Dirbêsiyê geriya.
Piştî bidawîbûna dewriyeyê hêzên tirk vegeriyan baregehên xwe yên ser sînor û yên Rûsî jî vegeriyan Qamişloyê.
Ji dema girêdana rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2019an ve, 39emîn car in hêzên Rûs-Tirk li wê herêmê dewriyeyên hevbeş birêve dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin