PeyamaKurd - Berpirsê baskê Helebcê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Besam Elî li ser êrîşên şeva borî got, şeva borî ji çar aliyan ve hin kesên xwe wek xwepêşander nasandine êrîş kirine ser binkeya baskê 12 yê partiya wan a li Helebcê û çekên curebcur bikar anîne.
Besam Elî di civîneke çapemeniyê de ragihand, şeva borî bi rêya motorsîkletan ve gule li binkeyên wan hatine berdan û piştre jî demjimêr 12:00ê şev ji çar aliyan ve êrîş li ser binkeyê wan hatiye kirin û çekên curbicur hatine bikaranîn û di encamê de zêrevanên binkeyê jî naçar bûn berevaniyê bikin.
Berpirsê PDKê spasiya wezîrê navxwe û parêzgerê Helebcê kir ku li ser xet bûn û got: “Spasiya berpirsê asayîşa Helebcê jî dikim ku bixwe nav binkeyê baskê 12ê yê PDKê de amade bû.”
Besam Elî diyar kir, pir ecêb e çima tenê binkeya partiya wan bûye armanc, ji ber PDK di îdareya xwecihî ya Helebcê de ne beşdar e û ti qedemekî desthilatiya bajar de jî cîh nagire.
Besam Elî daxwaz kir kesên êrîşkarên ser binkeya partiya wan û avahiyên hikûmetê bên destnîşan kirin û tedbîrên yasayî li hember wan bên girtin û got, tişta ku duh hatî kirin xwepêşandan bû û moleta wan a yasayî hebû, lê tişta şev pêk hat ne xwepêşandan bû, çek bikar hatin û dikare bê gotin ew êrîşa çekdarî bû li ser binkeyên hikûmetê û PDKê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin