Wezareta Navxwe civînekê bo tawanên DAISê wek komkujî bê nasandin li dar dixe

Wezareta Navxwe civînekê bo tawanên DAISê wek komkujî bê nasandin li dar dixe

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, bi Lijneya Jenosoîd  û Nasandina Tawanên Rêxistina Terorîst a DAIŞê re dicive.

Li gor zanyariyan, li Wezareta Navxwe, îro di saet 10:00an de Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, bi Lijneya Bilind a Jenosoîd Nasandina Tawanên DAIŞê re, bi amadebûna Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, dê li Wezareta Navxwe bicivin.

Herwiha li gor zanyariyan, civîn bo nasandina tawanên DAIŞê wek komkujî li hember xelkê Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li hember navçeyên Kurdistanî, yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin