PeyamaKurd - Roja Cîhanî ya Karkeran 1ê Gulanê li bajarê herî mezin ê Tirkiyê Stenbolê ku bi sed hezaran karkerên Kurd lê hene hat pîroz kirin.
Partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sendîkayên karkeran li Stenbolê li meydana Bakirkoy Yekê Gulanê pîroz dikin.

Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan jî di mîtinga 1ê Gulanê de beşdar bûn û ligel 'Dayikên Aştiyê' ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên berdewam dikin, bi laçikên spî meşiyan heta meydana pîrozbahiyên 1ê Gulanê.
Hat ragihandin ku HDPê ji bo meş û ahenga 1ê Gulanê ya Stenbolê 7 hezar laçikên spî belav kirine.
17 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Gelek kesên ku dixwestin li Taksîmê ji bo 1ê Gulanê bicivin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û li gor raportên medyayê heta niha 17 kes hatine binçavkirin.
Parêzgariya Stenbolê destûra fermî neda ku li Taksîmê mîtinga 1ê Gulanê were lidarxistin. Tenê ji bo meydana Bakirkoy a Stenbolê destûr derket ku hemû partî û saziyên civakî digel sendîkayên karkeran li wir civiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin