2 peyamnêrên MAyê li Stenbolê hatin desteserkirin

2 peyamnêrên MAyê li Stenbolê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser duh êvarî dema ji ajansê derketin hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku herdu peyamnêrên MAyê li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Sadiye Eser û SadikTopaloglu desteser kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Topaloglu şikandin û ketin hundir. 

 Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Polîsan demeke dirêj înkar kirin ku Eser û Topaloglu hatine desteserkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin