PeyamaKurd - Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê yekem car pêşwaziya sefereke asmanî ya rasterast ji Washingtonê kir bi geşteke hêla asmanî ya Misrê pêk hat.
Rêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku balafira sefera rasterast ji Washingtonê sefereke dîplomasî ye û bi balafira cureya Boeing 787-9 pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku geşta rasterast 10 demjimêr û 33 xulekan dom kiriye û ev yekem car e di dîroka Balafirxaneya Hewlêrê de ku geşteke rasterast ji Amerîka tê kirin.
Rêvebera Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq got, tevî ku di demeke dijwar re derbas dibin, ev xaleke girîng e di dîroka balafirxaneyê û herêma me de ku yekemîn geşta bi vî awayî ye.
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi sedema rêkarên xweparastina ji vîrusa koronayê de, heta roja 22. 5. 2020an ji geştên bazirganî re hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin