PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemen, dê bo çareserkirina çend mijarên serekê yê Herêma Kurdistanê bicivin.
Parlemenê Kurdistanê Seroka Partiya Azadî Mihîyedîn Hesen diyar kir, ‘’Pêşbinî dikin hefteya bê Parlemen bi beşdariya Hikumeta Kurdistanê du civînan li dar bixin û van mijaran bi hev re çareser bikin.’’
Demek dirêj e, hejmarek komîteyên Parlemenê, raport li ser Korona, xalên sînorî, rewşa darayî û navçeyên Kurdistanî amade kirine û radestî desteya Serokatiya Parlemenê kirine, da ku Parlemen û aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di Parlemenê de danûstandinan li ser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin