PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hîkmet ya Netewî ya Iraqê Ammar el-Hekîm hişyarî da û got eger li welat hevparî û berpirsiyarî bi vî rengî dewam bike, dibe sîstema siyasî biroxe. Ammar el-Hekim, bi sedema meha Muharremê li Bexdayê di ahengekî de li ser rewşa siyasî ya Iraqê şiroveyan kir û weha got:
“Heya temamê kesên ku qanûnan û desthilatiyê dixin hedefa xwe nên cezakirin, dewlet nayê avakirin. Heya li Iraqê hukumeteka xwurt nê avakirin, hilbijartineka paqij û zelal nê kirin ti xizmetekî nameşe. Heya kesên neserkeftî û kesên wezîfa xwe nakin nên cezakirin, wê nikaribin ewlehî, şeref û rêza hemwelatiyan biparêzin.”
El-Hekîm ragihand ku kesên gendeliyê bikin û mal û milkên giştî bixwun divê bên darizandin û bang li Rêvebiriya Bilind ya Hilbijartinan ya Iraqê kir ku bo guman çênebin, divê di nav 24 sietan de encama hilbijartinan ragihîne.
El- Hekîm got ku encama hilbijartinan çi dibe bila bibe, divê hukumet yekser bê avakirin, hukumet bernama xwe ragihîne û her sal bernama xebata hukumetê bişopîne û weha dewam kir:
“Niha wexta desthilatê ye, di serî de hêzên Amerîkayî divê ti hêzeka biyanî li welat tinebe û em bibin welatekî wisa desthilat.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin