PeyamaKurd – Li ser gotina serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku got nema tehemulê dikin û îşareta operasyonê da, li ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê di nav leşkeran de tevgerekî germ xwuya dike. Li ser gotina Erdoğan, li El Babê serokerkanê Artêşa Netewî ya Sûriye ku bi Tirkiyê ve girêdayiye, kontrola leşkerên xwe kir û di çapemeniyê de, weka îhtîmala operasyonê xwurt kiriye hat şirovekirin. Erdoğan weha gotibû:
“Hinek ciyên ku çavkaniya operasyonan ya ji bo êrîşa ser Tirkiyê ne, tehemula me ji wan re nemaye. Êrîşên ser polîsên me sînorê tehemula me derbas kiriye.”
Serokê leşkerên SMO yê Tûxgeneral Adnan Ahmed kontrola leşkerên xwe li El Babê kir, wêneyan xist ser çapemeniyê û ev tevger îhtîmala operasyona leşkerî nîşan dide.
Dilê Tirkiyê heye ku li Sûriyê xetên ewlehiyê çêbike lê roja borî HSD ê ragihandibû ku HSD ê li polîsên Tirkiyê nexistiye û Tirkiye tevgerên weha xwe bi xwe dike û dixe aliyê HSD ê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin