PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 657 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Înê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 657 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 207 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 277 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1052 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 380 kes li Hewlêrê, 272 kes li Silêmaniyê, 302 kes li Duhokê, 24 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 364909 kesan, ya mirinan bû 6518 kes û heta niha 348258 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin