Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê da malbata Pîr Xidir

Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê da malbata Pîr Xidir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawî ya lêkolîner, nivîskar û xizmetkarê çand û wêjeya Kurdî Pîr Xidir peyamekî sersaxiyê ji bo mallbata wî ji bo civaka Êzîdî şand. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya nivîskar û lêkolînerê bi nav û deng Pîr Xidirê Silêman bihîst. Pîr Xidir roleke wî ya berçav di hizr, çand û wêjeya Kurdî de hebû, bi taybet di warê Êzdiyatiyê de.”

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbat, civaka Êzidî û dost û hevalên Pîr Xidir re xwest û xwe bi hevxemê wan zanî. Her wiha ji Xwedayê mezin xwest ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir hedarê bide her aliyekî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin