PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama guleyên pîrozbahiyên sersalê de, jinek birîndar bû.
Li taxa Xişman a Hesekê, do ji ber avêtina guleyên bêserûber di pîrozbahiyên sersalê de, jina bi navê Werde Enter birîndar bû.
Hêzên Asayîşê beriya çend rojan biryarek da û şênî têkildarî avêtina guleyan di pîrozbahiyên sersalê de hişyar kir.
Lê tevî vê yekê jî hin kes pabendî biryarê nebûn û jiyana welatiyan xistin xeteriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin