DAISiyan êrîsî xala Heyva Sor a Kurd kirin: Xebatkarekî tenduristiyê hat qetilkirin

DAISiyan êrîsî xala Heyva Sor a Kurd kirin: Xebatkarekî tenduristiyê hat qetilkirin

PeyamaKurd Li Kampa Holê, DAIŞiyan êrîşî xala Heyva Sor a Kurd kirin û di encamê de xebatkarekî tenduristiyê qetil kirin. 

DAIŞiyan êrîşî xala Heyva Sor a Kurd a li Kampa Holê ya Kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. 

Li gor zanyariyên ji kampê, du kesan xwe li nexweşiyê danîne û hatine xala tenduristiyê ya Kampa Holê ya ku zêdetirî 60 hezar kes lê dimînin. 

Êrîşkaran êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed û di encamê de Mihemed can da. 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin