Metorolojiya Tirkiyê: Wê li 19 bajaran berf bibare

Metorolojiya Tirkiyê: Wê li 19 bajaran berf bibare

PeyamaKurd – Rêvebiriya Metorolojiyê ya Tirkiyê ragihand ku wê li 19 bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê berf bibare û ji hemwelatiyan xwest ku xwe li gor şertên hewayê amade bikin. Wê bi berfê re bayê zêde were û bamişt, cemed di çûnûhatê de astengiyan çêbikin.

Bajarên ku wê lê berf bibare ji bajarên Kurdistanê Semsûr, Çewlik, Xarpêt, Maraş, Dêrsim, Diyarbekir, Entab, Meletî, Riha û Kîlîs hene. Ji bajarên Anedolê Bolu, Kastamonu, Karabük, Zonguldak, Bartin û Düzce hene.

Ji bo 8 bajarên Anedolê û Kurdistanê hişyariya aşîtan hat dayîn ku ew bajêr jî Çewlik, Dêrsim, Wan, Şirnex, Artvin, Bedlîs, Rize û Trabzon in.

Yek ji bajarên ku wê berf lê bibare Îstenbole ku wê heya ber destê êvarê li temamê bajêr bibare.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin