Joe Biden, pistgiriya li ser karesata xwezayî qebûl kir

Joe Biden, pistgiriya li ser karesata xwezayî qebûl kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Koşka Spî hatin ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştgiriya federal a ji bo eyaleta New Yorkê ku ji ber bahoza ku bû sedema qurbaniyan, qebûl kir.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat diyarkirin ku ji ber bahoza li bajarê Buffalo ya New Yorkê, bi hezaran kes bê ceyran mane.

Hat diyarkirin ku piştî ku asta berfê di bahoza ku roja înê dest pê kir û dawiya hefteyê li bajarê Buffalo yê duyemîn mezintirîn bajarê New Yorkê berdewam kir, gihîşt 1,2 metreyan, barîna berfê berdewam dike û tîm jî hewil didin berfê paqij bikin.

Her wiha rayedarên bajêr jî ev bahoz wekî karesateke xwezayî wekî ‘di jiyanê de carek’ bi nav kir û hat diyarkirin ku hejmara qurbaniyên ji ber qeşayê ya li Buffalo û deverên din ên bajarê Erieyê, gihîştiye 27an.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin