PeyamaKurd – Karbidestekî Qesra Spî Kirby di derbarê keştiya balafiran a Amerîkî ya li Deryaya Navîn de got: "Bêguman şiyanên leşkerî li herêmê hene ku dikarin werin bikar anîn."
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Qesra Spî hat lidarxistin de, pirsên rojnamegeran bersivand.
Kirby diyar kir, keştiya balafiran a USS George H.W. Bush a ku li Rojhilatê Derya Spî di çarçoveya piştgiriya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Fermandariya Ewropî ya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê de amade ye.
Derbarê wê yekê ku wê keştî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibe yan na, Kirby got, “Bêguman gelek şiyan û îmkan hene ku dikarin li Deryaya Spî werin bikar anîn.
Lêbelê, ev xalek pir girîng e: Em bi hevkarên xwe yên Tirk re bi hev re dixebitin da ku piştgirîya me bi qasî û leza ku ew hewce dikin be û pergalên wan bi materyal û jêhatîbûna nehewce nehêlin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin