PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hejmara hilbijêrên ku di 14ê Gulanê de ji bo hilbijartinên serokomarî û parlementoyê dengê xwe bidin eşkere kir.
YSKê da zanîn, bi giştî 64 milyon û 191 hezar û 285 hilbijêr hene û hejmara hilbijêrên nû jî 7 milyon e, YSKê ragihand, ji van hilbijêran 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr li derveyî welat dijîn.
Herwiha YSKê eşkere kir, wê ji bo dengdanê bi giştî 195 hezar û 705 sindoq bên danîn. Ji van sindoqan 4 hezar û 969 li derve, 21 hezar û 15 jî wê li gundan bên danîn.
Lîsteya hilbijartinan wê di 12ê Nîsanê de were eşkerekirin û belavkirina pelên agahdariya hilbijêran jî wê di 19ê Nîsanê de destpê bike. YSK wê 6ê Nîsanê îtîrazên li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kom bike û di 7ê Nîsanê de jî biryarê bide. Di 8ê Nîsanê de jî îtirazên ku li Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê hatine kirin wê biryar bê girtin.a
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin