PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Godeon Saar îro 4ê Adarê li ser qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê ragihandibû ku ti lihevkirine li ser tune ye û ew ji bo dest bi bicihanîna qonaxa duyem bikin daxwaza derxistina çekdarên Hemasê Xezeyê dikin.
Berpirsê bilind ê Hemasê Samî Ebû Zûhrî, bersiva Wezîrê Derve yê Îsraîlê da û got, danîna çekan ji bo tevgera wan xeta sor e.
Samî Ebû Zûhrî da zanîn, “Her gotineke di vî warî de bêmane ye û em qet dest ji vê mijarê bernadin û danûstandin li ser nayên kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin